| |
Bruksêl, 11.10.2004
DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ
RAPPORA KOMMÎSYONA EWROPÎ LI SER TIRKIYÊ
Û MAFÊN KURDAN
Di 6.10.2004 de, Kommîsyona Ewropî rapporek li ser Tirkiyê
weşand û ew pêşkêşî Konsey û Parlementa Ewropî
kir. Ev yek ji bo ku Konseya Ewropî karibe di 14.12.2004 de
biryara xwe li ser destpêkirina giftûbêjan bi Tirkiyê re,
li ser endambûna wê ya Yekîtiya Ewropa, bistîne.
Bi giştî, ji me re xuya dibe ku ev rappor rewşa
Tirkiyê baş dinirxîne û pêşniyarên hêja ji bo çarekirina
pirsan, derbasbûna maweyan û baldanên (diqqet) ku divên bên
kirin dike. Lê li ser pirsa kurdî ew xwe dikişîne û ji
peyivîna li ser bingeha pirsê direve. Ew dibêje ku “mafên
çandî yên Kurdan dest pê kiriye ku bên nas kirin”, ango
mafên fêrên arizî (xusûsî, prîvê) yên kurdî û weşanên
radyo û têlêvîzyonê.
Kesên ku li nûçeyên Kurdistana Tirkiyê baş guhdarî dikin
dizanin ku ev her du mafên ku li jor hatine gotin bitenê guherandinên
piçûk ên “kosmêtîk” in û ji bo razîkirina Yekîtiya Ewropî
hatine kirin. Ev çend fêrên arizî yên zimanê kurdî bitenê
ji aliyê çend sed Kurdên gihayî (adult, ne zarok) tên stendin,
ji bo ku ew bi pere ne û divê ku ji derveyî zemanê dibistanê
bin. Eger em werin weşanên têlêvîzyonê bi zimanê kurdî,
ew bitenê di heftê de nîv katjmêr (saet) in û naveroka wan
gelek qels e : çend nûçe û çend stran.
Di zagona (qanûn) bingehî ya tirkî de hatiye nivîsîn ku hemî
rûniştevanên Tirkiyê Tirk in û ku perwerdekirina fermî
(resmî) divê ku bitenê bi zimanê tirkî be. Ango, Kurd ewê
hergav weka Tirk bên hesab kirin û zimanê wan ewê hergav li
dibistan û zanîngehê qedexe be. Bitenê dema ku zagona bingehî
bi awakî vekirî naskirina zanava (nasname, kimlik, hewiyye)
û zimanê kurdî binivîse emê karibin li ser guherandineke rast
bipeyivin.
Eger em werin hin partiyên siyasî yên kurdî, ew lêgal in,
lê bi awakî fermî weka partiyên tirkî tên hesab kirin ! Li
gora Tirkiyê, divê ku navên wan tirkî bin û divê ku ew bi
xelkê xwe re bi tirkî bipeyivin !
Bitenê dema ku Tirkiye bi rastî – di zagona bingehî û di
pratîkê de – mafên çandî û siyasî yên Kurdan bipejirîne (qebûl
bike) ewê hêjayî ketina Yekîtiya Ewropî be.
Pervîn CEMÎL
Serok
BUROYA KURDÎ
ya Pêwendî û Agahdariyê vzw - asbl
ENDAMÊN RÛMETÊ :ADANG Frans, BAUTHIER Georges-Henri,
CARLIER Jean Yves, DARAS José, DE PATOUL Serge, DHAENE
Jan, GALAND Pierre, GABRIELS Jaak, GOFFOEL Marianne,
ISTASSE Jean-François, MILLER Richard, MONNOM André,
MOREELS Reginald, ONGENA Hugo, PATAER Paul, PIERRART
Pierre, REMACLE Eric, SANT' ANGELO François,SILLIS
Cecile, SLEECKX Jef, VAN DIENDEREN Hugo, VAN LANCKER
Anne, VERSNICK Geert.
Quai aux Pierres de Taille 11,1000 BRUXELLES tél.
02/219.80.60 ; fax 02/219.24.10 ;
e-mail : kurdishbureau@pi.be www.kurdishbureau.be Cpte 310-1214627-79
|
|
|