Xelata Nobel ya edebiyatê gihîþte dostekî gelê kurd
Harold Pinter

STOKHOLM-14/10/2005-Xelata Nobel ya edebiyatê îsal gihîþte dramatîkerê îngîlîzî Harold Pinter. Pînter ê 75 salî, bi wergirtina xelatê gelekî þabû û got ez li benda tiþtekî weha nebûm, dema salix dane min ez gelekî dilþa bûm. Kurd jî kêfxweþ bûn ku dostekî wan ji vê xelatê re hêja hatiye dîtin.

Wek tê zanîn Pînter dramatîkerê herî li pêþ e li Îngîlîstanê, û bi xerîkbûna pirsên civakî û siyasî jî tê naskirin. Di heqê kurdan de jî raya xwe û piþtgiriya xwe gelek caran diyar kiriye. Di sala 1989an de weha gotubû:

".. Ez xwe wek mirovekî azad nabînim, ji ber ku gelekî ji 20 milyonî zêdetir, gelê kurd li ser erdê xwe, di welatê xwe de nikare bi serbestî zimanê xwe bipeyve. Zimanê wî qedexekirî ye... Mixabin dinya bûye cehennem, ew kirine cehennem. Di vê cehennemê de zebanî, mêrkuj, xwînrêj li aliyekî û em yên din li aliyê din in. Em li ku dibin bila bibin divê em dengê xwe li dijî wan bilind bikin..
Cehennem û zebanîyên cehennemê li wir in, li Kurdistanê ne û him jî gelekî eþkere û berbiçav in. Wisa dîyar û tazî li ber çavan in.
Min xwest bi amûr û hunera xwe evê yekê salixê bidim."

Li ser rewþa kurdan û zimanê kurdî piyesek wek pandomîm nivîsîye. Pîyesa wî Mountain Language (Zimanê Çiyan) di sala 1993-an de ji alî Botan-Tîyatro sê rojan li ser hev bi beþdariyeke mezin ya temaþevanan li Kolnê hatibû lîstin.

 
© 2001-2005 Roja Nû