Manîfestasyona Yekitiya Ciwanên Lîberal ên swêdî li dijî terorê û
ji bo piþtgiriya Kurdistana baþûr pêk hat

STOKHOLM-12 Gulan/2005-Yekitiya Ciwanên Liberal ên Swêdî li hember qetliama 4ê gulanê ya li Hewlêrê û terorê, roja pênþema 12ê gulanê, li Stokholmê manîfestasyonek li dar xistin. Kurdên Stokholmê jî bi beþdarîya xwe piþtgirî dan wan.

Ev cara yekemîn bû ku rêxistineke swêdî bi xwe ji bo piþtgiriya kurdan insiyatfa çalakiyekê hilda destê xwe. Manîfestasyona Yekitiya Ciwanên Lîberal, bi gotarên siyasî, muzîk û staranen kurdî, û xwendina helbestan derbas bû. Li meydanê 46 mûmên mezin ku hejmara þehîdên 4-ê Gulanê li Hewlêrê sembolîze dikir hatibûn vêxistin. Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê Þermîn Bozarslanê, nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê li Iskandinavya Taha Berwarî, Berpirsê Komîteya HEVKARÎ li Swêd Þefîk Kaya, nûnerê Insîyatifa Kurdên Swêdê Kovan Amedî, û ji Yekitiya Ciwanên Liberal Fredrik û Gulan Avcî gotar xwendin.

Serokê Yekitiya Ciwanên Liberal ên Swêdî Fredrîk Malm, di gotara xwe da giranî da ser pêwistiya goherandina rejimên despot û zordest li navçeya ku kurd lê dijîn. Wî raya xwe di heqê vê yekê de weha anî zimên: "Hêzên çavsor û xwînrij ji azadiya gelê kurd re tehamul nakin," got, "lê bivê nevê ew ê qebûl bikin ku jiyaneke azad û mirovî mafê herkesi ye, û zû yan dereng wê her pêk bê. Çawa ez wek swêdiyekî li Stokholmê jiyaneke azad û bi aþitî ji xwe re wek mafekî sirûþtî dibînin, wisa jî ji bo her kurdekî Silamêniyê, Mehabadê, Diyarbekirê û Qamîþlo jî dibînim."

Fredrîk Malm, dema li ser rewþa Kurdistana bakûr qise kir, got: "Me bihîst ku dewleta tirk li dijî siyasetmedarên kurd ên di HAK-PARê de doza cezakirinê dike ji ber ku kurdî qisekirine. Ew çawa bawer dikin ku bi vî hiþî, ew ê bibin endamê YE ? Bi zimanê diya xwe xeberdan mafekî herî rewa ye. Divê em li dijî vê neheqiyê derkevin û em ê derkevin, heta ku kurd jî gihîþtin azadî û wekheviyê". Fredrîk Malm axaftina xwe bi gotina "Bijî kurd, bijî Kurdistan" qedand. (Di wêneyê herî jorê de Fredrik Malm qise dike)

 
 

 

 
© 2001-2004 Roja Nû