Qewimandin
ji emrê çivîkê
Dê û bavê min rokê,
wek hercar, çûne nêçîrê.
Min piþikê xwe werimand: kê
got, wekî ez cûcika çivikê
me, ez îdî çivîk
im - perê min þîn bûne,
qudûmê min
þidyane, dendika min dirêj bûye,
ez ber mineta îdî derketime,
ez dikarim ji
hêlinê derêm, erdê
kicêc bikim, kurma derxim û
buxum.
Zef jî dya min timê temîê
dide min, wekî tik-tenê li hêlînê
derneyêm, weleh ezê îro
derkevim seyrangê. Min xwe firikand,toz
- xubara hêlînê ji xwe
daþand, notlî diya xwe, min
çend qoþ dane xwe, perê
xwe ba kir û firîm.
Ez aza bûm, ez serbest bûm,
kuda min bixasta, wir dikarbû danya.
Serê palê min danî, dindika
xwe erdêxist, min dixast erd kicêc
bikira, lê tiþtek ber min nediket.
Teze kete bîra min, wekî diya
min digot, payîz e, erd qerimîye.
Min banzda li ser tilm, der-dorê xwe
nihêrî, binatara min da gund
bû. Diya min digote min - hevsa xwe
benda bikim, lê ez fikirîm,
ne perê bendatune, ewan çi
dikarin li min bikin, ez birçî
me, ezê herime gund.
Min da xwe, ez firîm û li ser
qelaxa qeraxê gund danî. Bin
qelaxê da piþîkeke beleke
aþqorkî xwe telandibû,
guhê xwe mûç kiribû,
pê herd çevê notlî
du kûrê agir min dinihêrî.
Min ew bergê tiþtekî hesab
nekir, berê xwe li wê guhast,
alîkî mayîn da nihêrî.
Piþîkê banz da, qelaxê
ra bilind bû, bû mirrînyawe
ser herçar lepa ket, lêva xwe
alast û zûr bû li min
nihêrî. Min hew zanibû
piþo dixaze li tevî min bilîze,
ez peyayî jêrê bûm,
piþîkê zikê xwe
erdêra xiþikand û tele
- tel berbi min hat, ça ku ranêzîkaya
min kir, banzda, qîlê xwe nîþanî
min kir.
Ez tirsyam, firîm li ser qelaxê.
Piþo stikura xwe xar kir û bû
mewînya wê.
Ez firîm û min li ser holika
kûçikê danî. Kelbê
hemizî ber holikê ketî
guhê
xwe mûç kir, min nihêrî
û bû gire - mira wî, min
jî kire çîve - çîv.
Kelb
xwe avîte ser lepa û berbi min
hat, ez peya bûm ser erdê, kelb
ranêzîkayî
min kir, lepê xwe ye rastê hilbirî,
xast bide li nav çevê min,
ez vê carê jî
firîm û dûr ketim. Min
ser xanî danî, li kulekê
bîna nanê germ dihat. Dor
kulekê min çend fitil dane
xwe, hundurê xênî da tarî
bû, kesek nedihat
kivþê, ber derê xanî
sê zara malhocik dilîstin. Ez
firîm û min li ser þêmika
xanî danî. Hersê zara
zûr bûn min nihêrîn;
dudu ji wana serçevneþûþtî
bûn,
por gijikî bûn, kinc li ber
þal ra derketî bûn, yê
sisya porê zêrîn þekirî
bû, temiz û qeþengî
bû. Wî berî þêmîkê
min çend hebê genim dit, ez
birçî
bûm, min banzda sivderê, herd
gedê serçevneþûþtî
hevra min kirine qûtîn, û
min hatine hev, min xwe unda kir, ez derneketime
derva, derê sivderê ser min
hate girtinê. Ewê porzêrîn
gote herdê din: " Hûn çi
dikin? Gune ye!" , û
xast derî veke. Herdê din ew
devdan, avîtin û gotinê:
" Tê dengê xwe bibirî,
yan na?" , û dane dû min.
Bû pirte - pirta min, kuda li dest
wan ez bifilityama? Ewana ez girtim, hîre
- hîra wan bû dikenyan, lê
yê porzêrîn xast min li
destê wan derxe, wana ew kutan. Bû
kure - kura porzêrîn, ew rûniþt
û girya.
Herd gedê anîzaz lingekî
min pê ben girêdan û ez
berdam. Ez firîm, niþkêva
ben lingê minva þidya, goþtê
minda çû xarê, jana êþê
dil - hinavê min
hingavt, zingîn serê min hat,
hindik ma xweva herim. Ez zivirîm
û paþda
berbi zara firîm, min dît, ku
porzêrîn digirî, lê
herdê mayîn hîre - hîra
wane, ser cizaretê min dikenin. Min
nexast gelekî wan þakim, min
xast xwe
bikujim. Min ça ku ranêzîkayî
wan kir, xwe avîte çela ber
derê xanî. Ew bû -
notlî kevirekî ezê biketama
binê çelê, çaxê
têl dîsa lingê minva hate
guvaþtinê, ez êþandim,
û bê hemdî xwe min perê
xwe birin û anîn. Têla
qetyayî lingê minî birîndarva
dardabû. Ez li ser kartolê binê
bîrêda
rûniþtin. Sê cot çeva
jorda li min nihêrîn: cotek
bi hêsir, du cot bi ken û
þabûn. Ewan hersêk , demek
þûnda li wir dûrketin.
Ez tenê mam. Teze min serê xwe
xist, wekî çima xebera dê
û bavê xwe nekir.
Xêlekî þûnda du
qeretû li ser çelê ra
sekinîn, nizam çima ez xweva
çûm. Ber
tendûra germ hiþê min
hate serê min, kete guhê min
dengê kurikê porzêrîn:
"
Bavo çivik sax e, sax e! ".
Ewî pê herd desta, bi dilovanî
ez bilind kirim û
singê xweva guvaþtim. Bavê
ew hemêz kir, enya wî maç
kir. " Eferim, kurê
min, çivîk jî ruhber
in, gune ne, dê û bavê
wan jî hene".
Bû qîþte - qîþta
kulfetekê, ewêya bav - kor qaqareþ
asêkir: " Çîye,
ev mal e
yan baxçê terewila ye, vî
hestyê heram li ber çevê
min wêdakin ".
Porzêrîn ez birim û qulçekî
gomêyî tarî da cîkirim.
Hero ew dihat, lingê minî
birîndar melhem dikir, dihat kêleka
min rûdiniþt, dibû îske
- îska wî
digirya û digot: "Xazya min te,
tê herî bigihîjî
diya xwe, xazil ez jî notlî
te çivîk bûma, bifiryama,
terkeserî dinê bûma, dayka
xwe ye heq - helale
þîrin bidîta" .
Çima ewî ha digot? Dibek ew
kulfet dayka wîye helal nînbû?
Muxdarekî þûnda birîna
min qenc bû, kurikê porzêrîn
ez derxistim derva, ez
berdam û ez hatim, gihîþtime
dê û bavê xwe. Le tu cara
qencya kurikê
porzêrîn bîra min dernayê.
Heta roja îroyin ez lingê xwe
ji êra ew dimîne
nabirim. Lê ew hertim medekirî
ye.
Gelo ewî hê dayka xweye heqe
- helale þîrin nedîtye?
Ax, bê dê emir çiqasî
çetin û melûl e? Xazî
min diya wî naskira, ciyê wê
bizanbya. Minê ew bidîta, derheqa
Porzêrînê kurê wêyî
dilrem da jêra bigota. Ewê eseyî
vegerya - bihata. Lê Porzêrîn
carna diçe li ser kevirekî
teriþandî da digirî. Qey
bêjî ez îdî her
tiþtî fem dikim. Ez çawa
ji bin qencya porzêrîn derkevim?
He?.
EZÎZ GERDENZERÎ