|
Komkar-Swêdê
30 saliya xwe pîroz kir
Di roja 21/1/2007`an de Komela Karkerên Kurdistanê
li Swedê Komkar- Swêd, li Stockholmê 30 salîya xwe
bi şevahengek kulturî pîroz kir. Şev bi axaftina
serokê Komkar-Swêdê Kovan Amedî ve ve bû. Dû re pîroznameya
nûnerê Hukumeta Herema Kurdistanê li bakurê Ewrûpayê hat xwedin.
Her usa nûnerê Partîya Demokrata Kurdistanê PDK-Komîteya Swêdê
Omer Soran, Nûnerê Yekitîya Niştîmanê Kurdistanê YNK-
Komîteya Swêdê, Nûnerê Partîya Demokrata Kurdistanê PDK-Bakur
Komîteya Swêdê, Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li
Swêdê Şermîn Bozarslan, Seroka Yekitîya Jinên Kurdistanê
li Swêdê Seyran Duran jî di şevê de axaftinek pêşkeşkirin.
Hemûyan jî di axaftinên xwe de, girîngî û hêjayîya kar û xebatên
Komkar-Swêdê anîn ziman.
Sîyasetmedar û nivîskar Yilmaz Çamlibel jî beşdarîya
şevê bû û di şevê de axaftinek kir. Çamlibel di
axaftina xwe de li ser kar û xebatên Komkarê û bi giştî
jî li ser girînîya kar û xebatên rêxistin û komeleyên demokratîk
sekinî.
Sekreterê berê ya PSKê rêzdar Kemal Burkay bi
beşdarîya şevê piştgirîya xwe nîşanê Komkar-
Swêdê da. Serokê Partîya Çep ya Swêdê Lars Ohly, PSK-Komîteya
Swêd, Hizba Şûî ya Kurdistana-Irak Komîteya Swêd, Partîya
Yekitîya Kurd li Surîyê – Rêxistina Swêdê, Yekitiya Komeleyên
Kurdistanê li Elmanya KOMKAR, Komeleya Gulan li Stokholmê,
Komeleya Kurd li Spongayê, Komkar Danmark, Komkar Swîsre,
Komkar Holanda, Komkar Fransa, Komkar Ingiltere, Komkar Awustûrya,
Komkar Yunanîstan û Belçîkayê, pîroznameyên piştgirîyê
ji bo 30 e mîn salvergera Komkar- Swêdê şandin.
Hin nivîskar û dostên Komkarê yên wek; Osman
Aytar, Mûrad Ciwan, Îhsan Şener û Çetîn Taşçi jî
30 e mîn salvergera Komkar- Swêdê pîroz kirin.
Şev bi xwarin û vexwarin bû. Di warê kulturî
de jî şev gellekî dewlemend bû. Dengbêjê me yê ciwan
û deng xweş Narîn, hozanên me yên hêja Beyto Can û Cûdî,
bi deng avazên xwe yên xweş, bi klamên ji hev û din
xweştir yên gelêrî, şoreşgerî û evîniyê, coşek
mezin dan şevahenga Komkar-Swêdê.
Şevageng heta 12`ê şevê bi coş
û kêfek xweş dom kir. Di dawîya şevê de serokê Komkar-Swêdê
Kovan Amedî, spasîya hemû partî û rêxistinên beşdar kir
û her usa sipasîya Komkarê ji bo alîkarî û piştgirîya
dengbêjên şevê, li Narîn, Beyto Can û li Cûdî kir.
..................................................
Ji bo pîrozkirina 30e mîn salvegera Komkar-Swêdê
Axaftina Serokê Komkar Swêdê Kovan Amedî

Nûnerên hêja yên partî û rêxistinên Kurdistanê,
mêvanên xoşevîst, li ser navê Komkar- Swêdê bi xêrhatinek
germ li we dikim û hun hemû bi xêr hatin şeva pîrozkirina
30 e mîn salvegera Komkar-Swêdê.
Li Swêdê, di warê karên rêxistînî de xwendevanên
kurd, yekem rêxistina xwe ya demokratîk di 1ê meha 8`an ya
sala 1970`ê de bi navê Komelaya Xwendevanên Kurd li Ewrûpayê
KSSE yê damezrandin. Piştî têkçûyîna şareşa
îlonê sala 1975`an KSSE bû sê perçe û rêxistinên wek Yekitîya
Xwendevanên Kurdistanê AKSA û Yekitîya Ciwanên Xwendevanên
Kurdistanê YUKSE hatin damezrandin. AKSA, KSSE û YUKSE rêxistinên
mişterek bûn, yanî kurdên hemû beşên Kurdistanê
tê de hebûn. Kurdên ku wê demê hatibûn Swêdê piranîya wan
jî xwendevan bûn.
Lê, li ser vê perçebûnê de pir neçû, di sala
1976`an de hin endamên AKSA`yê û YUKSE´yê jî ji wan veqetîyan
û Komeleya Karkerên Kurdistanê li Swêdê, ango komeleya me
ya îro KOMKAR-SWÊDê damezrandin. Di wê demê de Gelek kurdên
bakurê Kurdistanê, ji KSSE û YUKSE yê veqetîyan û di nav refên
Komeleya Karkerên Kurdistanê de cîh girtin. Komelê di sala
1979àn de navê Komkarê jî li ser xwe zêde kir.
Bi piştgirîya çar partîyên siyasî, bi beşdarbûna
6 komeleyên demokratîk ku Komkar jî di nav wan de bû, di meha
gulan a sala 1981-an da Federasyona Komeleyên Kurdistanê
Li Swêdê avakirin. Ango di avakirina Federasyona Komeleyên
Kurdistanê Li Swêdê de, Komkarê rolekî berbiçav lîstiye.
Belê, îro Komeleya Karkerên Kurdistanê Komkar-
Swêd. 30 salîya xwe bi we re pîroz dike. 30 sal umur di
karê komelayetiyê de ne hindik e û ev yeka di jiyana kurdên
Swêde de cîhekî girîn digrê.
KOMKAR-Swêd, Qîmetek mezin daye xebatên ser
ziman û çanda kurdî. Loma jî ji sala 1978-an heta niha kovarek
bi navê ROJA NÛ 108 hejmar derxist. Nu ha jî wek malpera Roja
Nû karê xwe didomîne. Komelê di sala 1980`an da weşanxaneya
Roja Nû vekir û dest bi çapkirina pirtûkên kurdî kir. Pirtûkên
gellek nivîskar û şaîrên kurd yên bi nav û deng wek;
Ehmedê Xanî, Ereb Şemo, Hecîyê Cindî, Cegerxwîn, Kemal
Burkay, Qanatê Kurdo, Lazeref, Eskerê Boyik û gellekên din
hatîye çapkirin. Heta niha nêzîkî 65 kitêbên kurdî, dîwan,
roman, li ser tarîxa Kurdistanê, gramer, dersên zimanê kurdî,
folklor, pîyes û hwd. hatine weşandin. Xizmetên ku KOMKAR`ê
li dervayî welat, pêşkêşî ziman û çanda kurdî kirîye,
îro êdî bi xurtî xwe digihîne hundurê welat. Îro li hundir
û derva bi dehan rojname û kovarên ku bi kurdî derdikevin
hene. Di vê pêşketinê da KOMKAR-Swêd jî roleke baş
û berbiçav listîye.
KOMKAR-Swêd, ji bo danasandina kurdan û pirsa
kurdî, ji bo çêkirina dostan û avakirina lobîya kurdî jî kar
û xebatê gelek hêja kirîye.
KOMKAR-Swêd, li hember zilm û zordestîya dijmin
li ser gelê me li Kurdistanê, di nav 30 salan de, bi civîn,
meş, konferans, bi grevên birçîtîyê û bi peyvendîyên
bi partîyên siyasî û rêxistinên sivîl yê Swêdîya re, bi kar
û xebatên lobîyê ve, xwe kir dengê gelê kurd û di vî warî
de rolekî taybet lîst.
Komkar-Swêd, ne tenê li dijî dewleta nijadperest
ya Tirkîyê, ji bo mafên netewî û demokratîk ya kurdên bakur
kar kirîye. Divî warî de tu ferq û cudatîyê nexist navbeyana
kurdan. Car bûye dengê kurdên rojhilat, car jî ji bo kurdên
başûr li ber derê sefareta Iraqê bûye, car jî bûye pişt
û pal ji bo kurdên Kurdistana Sûrîye. Îro jî weha ye. Em,
li gor aktuelbûn û girîgîya bûyeran xwe ji bo xebatê mobîlîze
dikin. Şîara me her tim azadîya Kurdistanê ye. Îjar çi
bakur, çi başûr, çi jî rojhhilat dibe, Kurdistan her
Kurdistan e.
Li dijî karesata Halebçe û Efal de, Komkarê
rolekî pir baş lîst. Di karesata Helebçeyê de, ji bo
ku NY pirsa kurd bixe rojeva xwe û pê re elaqeder be, Endam
û hogirên Komkarê yekem kes bûn ku palasên xwe li ber derê
dayira NY li Stockholmê raxistin.
Di karesata Enfal de, dîsa pêşnîyrê Komkarê
bû ku li ber balyozxana Amerîkayê têkevin mangirtina birçîtîyê.
Di Komîteya Fonda Helebçeyê de bû endam û di wî warî da jî
erkên xwe anî cîh. Ew Komîteya alîkarîyekî baş berhevkir
û her ew alîkarîya bû ku bi alîkarîya dewleta Swêdê bû bingeha
projeya Qendîlê li Kurdistana Başûr.
Mêvanên xoşevît,
Wek hun jî dizanin ku di van mehên dawî de,
dewletên cîranên Kurdistanê û bi taybetî jî desthilatdarên
Tirkîyê, Di şûna ku rêz û ihtiramê ji bo mafên bingehîn
ya 25 milyon Kurdan li Kurdistana Bakûr bigrên û hewilbidin
ku bi rêyekî adilane pirsa Kurd çareser bikin, lê ew li dijî
Kurdistana Başûr, dijî azadîya gelê me derdikevin, wan
bi dagîrkirina Kurdistana Başûr ve tehdît dikin.
Loma jî, Karekî girîn û pêvîst dikeve ser milên
komele, rêxistin û dezgehên demokratîk yên Kurdan li Ewrûpayê.
Bi taybetî jî Koordînasyona Rêxistinên Demokratîk li Ewrûpayê
DEMKURD ku Federasyona Kurd jî yek ji endamên wê yê serekeye,
dikarin li seran serê Ewrûpayê bi çalakî û xebatên curbercûr,
dost û piştgirin Kurdan li Ewrûpayê ji bo piştgirîya
kurdan wan mobilîze bikin.
Rêzdaran,
Min xwest bi kurtî be jî bahsa kar û xebatên
Komkarê ji we re bikim. Kar û xebatên baş hêjayî pezindanê
ye. Lê divê em kêmanîyên xwe jî bibînin.
Li gor raya min Komkar jî têda dem û dezgehên
me yên demokratîk, di warê mijûlbûna bi pirgirêkên civakî
de gellek qels bûn û ev qelsîya hîn jî dom dike. Di vî warî
de Federasyona Komeleyên Kurdistanê û Yekitîya Jinan hi pirojeyan
çê kirin lê berdewamî nebû gellek lawaz bû, karên weha berdewamî
dixwaze.
Gellekî tabiîye ku
civata kurdan jî li Swêdê pirsên xwe hebin, ji xwe tu civatek
tuneye ku bê pirsgirêk bin. Gava em behsa têkilîyên civakî
dikin, beşdarîya şîn û şahîyan, tên bîra me.
Elbet beşdarîya şîn û şahîya gellek girîng
e.
Lê tiştê ku
em ji karê civatê pir diêşîne ew e ku hemû caran piştî
ku bûyer diqewimin û zerar tê dîtin, em dest bi minaqeşeyan
dikin û piştî demekê jî em wan minaqeşeyan ji bîr
dikin.
Mêvanên Ezîz,
Gellek kurd ji ber sedemên curbecur mecbûr
man û hatin Swêdê.Yên ku 20-25 sal berê hatin Swêdê, bi xwe
xort bûn, lê îro zarokên wan bûnin 20- 25 salî. Êdî em bûnin
beşek ji civata Swêdê, helbet ciwanên me gava li vî welatê
mezin dibin, ew ê di bin tesîra civata Swêdê de bimînin. Li
vî welatê îmkan û derfetên baş jî, ji bo ciwanan henin,
eger meriv bikaribe baş bikar bîne. Ango hay ji ciwanên
xwe hebe, bi pirsgirêkên wan ve mijûl bibe, ji ber ku ciwan
di hemû civatan de xwedî pirsgirêkên taybetî nin. Bi taybetî
jî ciwanên me Kurdan. Eger em bi pirsgirêkên wan ve mijûl
nebin û nebin hevalê derdê wan û wan guhdarî nekin, ji bo
çareserkirina pirsên wan hewil nedin û wan bê elaqe bihêlin,
hingê ewê têkevin valatîyê. Pir caran di valatîyê de mayina
wan, encamê ku em naxawzin û ne li hêvîyêne didin û em ciwanên
xwe dikin.
Hevalên hêja,
Îro ne tu plan û programekî li ber rêxistinên
me yên demokratîk heye, ne yê ciwanan bi xwe, ne jî bi gelenperî
yên malbatên wan heye. Krimînalîtet û narkotîk di nav xortên
kurdan de gellek pêşde çûye. Di van çend salên dawî de
4-5 xotên kurd ji narkotîkê mirin.
Divê, bi taybetî rêxistinên me yên demokratîk
û bi giştî jî civata kurd, li ser van pirsa erkên xwe
bînin cîh. Divê, civat xwedî li rêxistin û dezgehên xwe yên
demokratîk derkevin, piştgirîya wan bikin ku ew jî di
karên usa de bikaribin serkevin.
Mêvanên rêzdar,
Di dawîyê de dixwazim bêjim ku ji damezrandinê
heta nuha, keda gelek hevalan di nav kar û xebatên Komkarê
de heye, îro ji wan hevalan hinek ji ber sebebên cuda di nav
me da nebin jî, qeda wan nayê înkarkirin. Loma jî destweşî
li hemû kesên ku di kar û xebatên Komkarê de ked û emeg danin
dikim.
Ji bo beşdarî û piştgirîya we carek
din jî sipasîya we rêzdaran dikim.
Kovan Amedî
Serokê Komeleya Karkerên Kurdistanê
Komkar-Swêd
|