Bi kurtî jîyana
Kemal Burkay
û kar û xebata wi ya nivîskarîyê

 Di sala 1937 da li Dêrsimê, qeza Mêzgirê, gundê Dirban hatiye dinê.
 
Bavê wî li dibistanê dersdar bû. Dibistana pêþîn a pênc salî li gundên dorê û li gundê xwe xwend û xilas kir. Piþtî wê, di sala 1949 da çû mekteba mamostetîyê bi navê "enstîtûyê" li Akçedaxê, bajarê Meletyê. Li wir û li Ensîtûya Dîclê (li Erganî) xwend û di sala 1955 da xilas kir.
 
Di sala 1956 da îmtihanên lîsê jî da û li fakulta Huqûqê, li Enqerê qeyd bû. Him li gundan mamostetî kir (du sal li Kurdistanê, gundekî Wanê, salekî jî li gundekî Enqerê) him jî kete îmtihanên huqûqê. Huqûq jî di sala 1960 da xilas kir.
 
Di sala 1964'an da li Xarpitê (Elezîz) dest bi awûqatîyê kir. Li wir, her usa jî bi navê "Çira" û bi zmanê Tirkî kovareke çandî derxist. Ev kovar þeþ hejmar derket.
 
Du sal þunda buroya xwe bir Dêrsimê. Li wir jî bi navê "Ezîlenler" (Kesên Bindest) rojnameyeke piçûk ya panzdeh rojî derxist. Ew jî 25 hejmar derket.
 
Di sala 1965'an da bû endamê Partîya Karkerên Tirkîyê (TÎP). Bo avakirina rêxistinên TÎP'ê li hin bajarên Kurdistanê -Elezîz, Bîngol, Dêrsim û Erzingan- gelek xebat nîþan da. Di sala 1968 bû endamê Komîta Rêvabirinê a Giþtî.
 
Ji ber nivîseke wî li ser pirsa Kurdî, ku di sala 1966 da li Kovara "Yenî Akiþ" derket, di sala 1966 da hate girtin û çar meh di hepsê da ma.
 
Dîsa ji ber kar û barên sîyasî di derheqa wî da gelek dawe vebûn û di navbera salên 1969 û 1971 da sê caran hat girtin, salekî zêdetir di hepsê da ma. Piþtra, mecbur ma ji welat derket; berê çû Libnanê, piþtî wê jî çû Ewrûpa. Li der welat du sal ma.
 
Di sala 1974 da li Tirkîyê hukumet guharî û efû derket, Burkay vegerîya Tirkîyê. Tevî hin hevalên xwe Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) sazkir û bû sekriterê partîyê. Partî veþartî bû.
 
Partîyê di Hezirana sala 1975 bi navê ôzgürlük Yolu (Rîya Azadî) dest bi weþana kovareke mehane kir. Ew bi mezinahî di navbera 80-100 rûpel bû. Di destpêkê da her hejmarê wê 5000 heb dihate çapkirin. Piþtra zêde bû, giha 10-12 hezarî. Tê da bi xurtî li ser pirsa Kurdî dihate sekinandin. Berê tenê Tirkî bû. Piþtî hejmara 6'an tê da Kurdî jî cî girt. Burkay di vê kovarê da bi navê xwe û bi navên dinê nivîsand. Rîya Azadî li welat 44 hejmar derket.
 
Di sala 1977 da Partîyê "Roja Welat" derxist. Rojnameyeke panzdeh rojî bû, nîv nîvê bi Kurdî û Tirkî bû. Hejmara pêþîn 20 hezar çap bû. Yên dinê her yek 30 hezar bûn. Yek-du hejmarên wê jî 40 hezar çap bûn. Roja Welat, heya ku bi destê hukma leþkerî hate girtin 12 hejmar derket.
 
Partîyê di van salan da, her usa jî, "Weþanxana Rîya Azadî" vekir û dest bi weþanên kitêban kir. Ew kitêb hinek bi Kurdî, hinek bi Tirkî bûn; lê li ser dîrok, zman, çand û civaka Kurd bûn.
 
Lê zulm û zordarîyeke giran li ser kovar, rojname û kitêban hebû. Hemû dihatine komkirin û di derheqa nivîskar û berpirsîyarên weþanan da dawe vedibûn. Li dawîyê jî, di sala 1979 da hukma leþkerî (gerandina awarte) ew weþan bi temamî sekinandin. Ji ber êrîþên giran, Burkay û hin hevalên xwe, di sala 1980 da mecbûr man derketin der welat. Piþtî wê jî partîya wan li welat kar û xebata xwe ajot. Lê ji bo wî êdî rê venebû ku cardin vegere welat. Wî jî karê xwe yê sîyasî û çandî li der welat bi rêva bir.
 
Partîyê li derveyî welat Rîya Azadî bi Kurdî û Tirkî cardin derxist. Rîya Azadî, tevî yên berê û tevî sê hejmarên taybetî, giha 142 hejmarî.
 
Burkay, ta ji 17-18 salê xwe dest bi nivîsandinê kirîye. Berê tenê bi Tirkî dinivîsand. Wê wêxtê kovar, rojname û pirtûkên Kurdî di dest da tunebûn û wî jî xwendin û nivîsandina Kurdî ne dizanibû. Di salên 1960 da li Tirkîyê di hin kovaran da -ew jî gelek kêm- nivîsên Kurdî xwe nîþan dan û çend kitêbên Kurdî derketin. Burkay piþtî sala 1972, ku derkete Ewrûpa dest bi nivîsandina Kurdî kir û cara pêþîn di kovara Ronahî da nivîsand. Ew kovar li Elmanya bi destê rêxistina "Hevra" derdiket. Ew jî bû endamê vê komelê.
 
Dema 1974 da ku vegerîya welat û wî û hevalên xwe Rîya Azadî û Roja welat derxistin, wî jî di van weþanan da bi Kurdî jî nivîsand.
 
Heya nuha ji 30 zêdetir kitêbên wî û bi dehan jî brûþûrên (kitêbik, yan jî kitêbên piçûk, bin sed rûpelî) wî çap bûne. Beþek ji wan sîyasî ne, teorîk in, li ser civaka Kurd, li ser sosyalîzmê û li ser karê Partîyê ne. Beþekî wan jî (ji bîstî zêdetir) berhemên çandî ne.
 
Berhemên Burkay ên çandî ku heya nuha çap bûne ev in:
 
1- Yaþamanin ôtesînde (Li Wî Alî Jîyanê); roman, bi tirkî; di sala 1964 da di rojnama "Vatan" da derket. Wek kitêb çap nebûye.
 
2- Prangalar; þiêr, bi Tirkî; di sala 1966 li Enqerê, di nav weþanên "Memleket" da çap bû.
 
3- Helbestên Kurdî; þiêr, marþ û fabl; bi Kurdî; di sala 1974, li Elmanya, di nav "Weþanên Ronahî" da derket.
 
4- Dêrsîm; þiêr, bi Tirkî, di sala 1975 li Enqerê, di nav weþanên "Toplum" da derket.
 
5- Dawîya Dehaq, pîyesê manzûm (lîstika teatir e, bi þiêr); him bi Tirkî him bi Kurdî, berê di kovara Rîya Azadî da derket, piþtra di nav weþanên Rîya Azadî da li der welat,, piþtî wê jî di nav weþanên Deng da li Stembolê çap bû.
 
6- Aliko û Baz; Kitêb bo zarokan; bi Kurdî, sala 1988, li Stokholmê, di nav "Weþanên Roja Nu" da çap bû. Piþtra bi zmanê Almanî, di nav Weþanên Komkar da çap bû.
 
7- Dersên Zmanê Kurdî; bi navê Baran; sala 1988, di nav Weþanên Roja Nu da derket.
 
8- Azadî û Jîyan; Hin þiêrên ku ji du kitêbên wî ên berê (ji Prangalar û Dêrsim) wî hilbijartîye û kirîye Kurdî û tevî Tirkîya wan çapkirîye. Di sala 1988 da, di nav "Weþanên Roja Nu" da çap bûn; piþtra, sala 1993, li Stembolê, di nav Weþanên Deng da cara duwemîn çap bûn.
 
9- Çarîn (Rubaîyên Kurdî), sala 1992 di nav Weþanên Roja Nû da çap bûn. Cara duwem sala 1996, li stembolê, di nav Weþanên Deng da, tevî Tirkîya wan çap bûn. 244 heb in û temamîya wan eslê xwe Kurdî ne û piþtra bi destê Burkay bûnê Tirkî.
 
10. Kürtler ve Kürdîstan (Kurd û Kurdistan); li ser erdnîgarî, dîrok û edebîyata Kurd e; 544 rûpel, bi Tirkî; sala 1992 li Stembolê, di nav Weþanên Deng da derket. Heya nuha du çapên teze çêbûn. Ew kitêb li Bulgarîstanê, bi zmanê Bulgarî, li Yunanîstanê jî bi zmanê Grêkî çap bû.
 
11- Yakilan þîîrîn Türküsü (Kilama Þiêrê ku Hat Þewitandin); þiêr, bi Tirkî, sala 1993, li sembolê, di nav Weþanên Deng da derket.
 
12- Berf Fedî Dike; þiêr, bi Kurdî, sala 1995, li Stembolê, di nav Weþanên Deng da derket.
 
13- Can Taþir Dîcle (Dîcle Can Dikiþîne Dibe); þiêr, bi Tirkî; di sala 1998, li Stembolê, di nav Weþanên Deng da çap bûye.
 
Wek Werger:
 
Hin kitêbên ku Burkay ji Kurdî wergerandine Tirkî; yan jî ji zmanên din kirine Kurdî ev in:
 
1- Þivanê Kurd, ji Ereb Þemo, roman; sala 1977 li Stembolê, di nav Weþanên Rîya Azadî da, tevî Kurdîya wê çap bû.
 
2- Destana Memê Alan; Berevoka Lescot; sala 1978 li Stembolê, di nav Weþanên Rîya Azadî da, tevî Kurdîya wê çap bû.
 
3- Kulîlkên Çîya; þiêrên Eskerê Boyîk; li sala 1979, li Stembolê, di nav Weþanên Rîya Azadî da, tevî Kurdîya wê çap bû.
 
4- Wllîam Tell, ya Katharîna Scherman, ji Îngîlîzî wergerandîye Kurdî; di sala 1993, di nav Weþanên Roja nu da derket.
 
Hin þiêrên wî hatin wergerandin û bi zmanê Îngîlîzî, Almanî, Îtalyanî, Bulgarî, Yunanî, Erebî û Farisî di kovarên beyanî da yan jî di berhevokan da çap bûn. Berhevokek ji þiêrên wî bi navê "Helîn" bi zmanê Almanî di nav Weþanên KOMKAR da derket.
 
Kemal Burkay di 30-40 salê derbazbûyî da di gelek kovar û rojnamên Tirkî (wek Warlik, Dost, Papîrüs, Yarina DoÎru, Yenî Toplum, Sesîmîz) û yên Kurdan derxistine (wek Çira, Yenî Akiþ, Ezîlenler, Ronahî, Rîya Azadî, Roja Nu, Dengê Komkar, ôzgür Gelecek, Deng, Azadî, Ronahî, Hêvî, Roja Teze) yên edebî û sîyasî da û bi gelek navan nivîsandin. Yên heyî da hîn jî dinivîse. Bona vê yekê, bi zmanê Kurdî sê-çar kitêben wî ên din jî hene ku bi navên din hatine nivîsandin û nuha naxwaze wan eþkere bike..
 
Çend berhemên wî jî, di demên rev û veþartinan da winda bûn. Di nav wan da berhevoka þairên Tirk û gelek þiêrên Lafonten hebûn, ku wî ew wergerandibûn Kurdî û ji bo çapê hazirkiribûn, her usa jî, du pîyesên wî..
 
* * *
 
Hin kitêbên wî ên teorîk û yên ku ji nivîsên sîyasî pêk tên jî ev in:
 
1-Türkîye Þartlarinda Kürt Halkinin Kurtuluþ Mücadelesî (Di Rewþa Tirkîyê da Têkoþîna ji bo Rizgarîya Gelê Kurd); lêkolîn, bi Tirkî; Weþanên Ronahî, 1973, li Elmanya, bi navê Xidir Murad.
 
2- Mîllî Demokratîk Devrîm (Þoriþa Netewî-Demokratîk); lêkolîn; bi Tirkî, Weþanên Ronahî, 1973, Li Almanya.
 
3- Sosyal Emperyalîzm Sorunu ve Türkîye'de Maocu Akim (Pirsa Împeryalîya Civakî û Tevgera Maoîstî li Tirkîyê); lêkolîn, bi Tirkî; Weþanxana Rîya Azadî, 1976-Enqere.
 
4- Mîllî Mesele ve Kürdîstan'da Feodalîte-Aþîret (Pirsa Netewî û Feodalî-Eþîrtî li Kurdistanê); lêkolîn, bi Tirkî, Weþanxana Rîya Azadî, 1976-Enqere; bi navê C. Aladax.
 
5- Kürdîstan'in Sîmürgeleþmesî ve Kürt Ulusal Hareketlerî (Kurdistan Çawa Bû Kolonî û Tevgerên Neteweyî ya Kurd); lêkolîn, bi Tirkî, Weþanxana Rîya Azadî, 1978-Enqere.
 
6- Devrîmcîlîk mî Terorîzm mî? (Þoresgerî yan Terorîstî?); lêkolînek li ser PKK; bi Tirkî; Weþanxana Rîya Azadî, 1984, li Ewrûpa.
 
7- Kürt Sorunu, Bariþ ve demokrasî (Pirsa Kurd, Aþitî û Demokratî); hin nivîsên Tirkî ku di kovara Deng û Rojnama Azadî da derketibûn, Weþanana Deng, Stembol; bi navê Alî Dîclelî.
 
8- Seçme Yazilar, Cîlt 1 (Nivîsên Bijarte, cild 1); bi Tirkî, Weþanxana Deng; 1995-Stembol.
 

9- Seçme Yazilar, Cîlt 2 (Nivîsên Bijarte, cild 2); bi tirkî, Weþanxana Deng, 1996-Stembol.


Dengê Kurdistan ©1999-2000